Hamas: Ji jiyana wan êsîrên ku di greva birçîbûnê de ne rejîma îşxalê mesûl e

Hamas: Ji jiyana wan êsîrên ku di greva birçîbûnê de ne rejîma îşxalê mesûl e

Harekata Berxwedana Îslamî destnîşan kir, ji jiyana wan êsîrên ku zêdetirî 70 rojî di zindanên rejîma îşxalker de ketine greva birçîbûnê rejîma îşxalê mesûl e.

Fewzî Berhûmê ji Berdevkên Hamasê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Berhum di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, cinayet û îhlalên rejîma îşxalê ya li hember êsîrên Filistînî  nexasim jî li hember wan êsîrên ku ketine greva birçîbûnê berdewam dikin.

Berhum di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rewşa 2 êsîrên ku ketine greva birçîbûnê nebaş e û her ku diçe jî nebaştir dibe. Berhum dû re wiha got: “ Digel temamê raporên tibbî rejîma îşxalker telebên heqdar ên êsîran qebûl nake û wanan serbest bernade. Niha 5700 hezar kes di zindanên rejîma îşxalker de êsîr in ku 230 ji wan zarok û 48 jî pîrek in. Ji jiyana wan êsîrên ku di greva birçîbûnê de ne rejîma îşxalê mesûl e.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di zindanên siyonîstên terorîst de 1800 êsîrên nexweş hene.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.