Hamas: Lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan îxanet e

Hamas: Lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan îxanet e

Hareketa Berxwedana Îslamî Hamas derheqê lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Hamasê destnîşan kirev gava newêrek a ku di vî warî de hatiye avêtin li hemberî Filistînîyan êrîşek e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin lihevkirina Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan ji doza Filistînê û hêzên berxwedanê re îxanet e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Bi vê yekê tê xwestin ku ji berxwedana ku li dijî îşxalê tê dayîn re zirar bê dayîn ku ew ê ev yek bi ser nekeve. Ev tiştê ku tê kirin lîstikeke qirêj e.”

Birêveberîya Filistînê ji lihevkirina ku di navbera Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban û siyonîstan de hatiye kirin re bertek nîşan da û ev tiştê ku hatiye kirin ji Quds, Mescîda Eqsayê û doza Filistînê re îxanet e.

Di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir ew gazî sefîrê xwe yê li Abu Dabîyê kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.