Heta niha zêdetirî 350 hezar kesên sîwîl ji Îdlîbê koç kirin

Heta niha zêdetirî 350 hezar kesên sîwîl ji Îdlîbê koç kirin

Li Îdlîba ku digel agirbesta ku hat îlankirin êrîşên rejîma Sûrîyê berdewam dikin kesên sîwîl hewl didin bajêr terk bikin û tên ber bi sînora Tirkîyê ve.

Berî vê çend rojan bi bang û lihevkirina Rûsya û Tirkîyê li Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin. Lê belê ev 3 roj in ku rejîma Sûrîyê êrîşî Îdlîbê dike. Ji ber êrîşên ku ev du roj in berdewam dikin nêzî 16 hezar kesên sîwîl koçî ber bi sînora Tirkîyê kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hinek kesên sîwîl ên ku Îdlîbê terk dikin berê xwe didin wan herêmên ku li Sûrîyê di bin kontrola Tirkîyê de ne.

Heta niha ji ber êrîşan 350 hezar kesên sîwîl Îdlîbê terk kirin. Koçber di vê demsala zivistanê de di nav şert û mercên giran de hewl didin bijîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.