IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê yên li gundên ku girêdayê Elbaka Wanê ya ku lê erdhej pêk hatiye didomîne. Alîkarî bi navbeynkarîya Weqfa Kerwana Umudê tên kirin.

Berî vê 2 rojan li Xoya Kurdistana Îranê di mezinahîya 5.9an de erdhejek pêk hat û di encama erdheja ku pêk hat de li çend gundên bi navê Özpınar, Güvendik, Kaşkol, Gelenler, Bölüpek û Ömerdağıya Elbaka Wanê gelek mal xera bûn. Di encama hilweşînên ku pêk hatin de li Elbaka Wanê 9 welatî canê xwe ji dest dan û 51 welatî jî birîndar bûn. Piştî erdheja ku pêk hat re  Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRAR xebatên alîkarîyê li gundên ku girêdayê Elbaka Wanê da destpêkirin û ev xebatên alîkarîyê berdewam dikin.

Derbarê alîkarîyên ku berdewam dikin de ji teref Saîd Koçê Temsîlkarê Weqfa Kerwana Umudê ya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

“Em alîkarîyên IHO-EBRARê ji erdhejzêdeyan re belav dikin”

Koç di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Em alîkarîyên ku ji teref IHO-EBRARê ve hatine şandin li herêma erdhejê belav dikin. Xweda ji wan razî be. Ji bo em wan alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve hatine şandin belav bikin em hatin gundê Gelenlerê. Li vê derê me gelek kesên ku mexdûr bûne tespît kir. Me dît ku cihekî însan lê bisitrin tune ye. Her wisa cihekî ku însan heywanên xwe bixinê tune ye.Em jî di vê bergehê ji însanan re alîkarîya lihêf, batanî û cilan dikin. Her wisa têra 1500 kesan xwarinê belav dikin. Serê wan kesên ku nasên wan di erdhejê de canê xwe ji dest dane sax be.Xweda şifayê bide wan kesên birîndar.”

ÎLKHA


IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

IHO-EBRAR xebatên xwe yên alîkarîyê li Wana ku lê erdhej çêbû didomîne

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.