HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

Serokarîya Bajara Stenbolê ya HUDA PARê ji ber 27emîn salvegera Qetlîama Başbaglarê çû serdana Komeleya Başbaglarê ya li Fatîha Stenbolê.

Lijneya HUDA PARê ya ku serdanê ji teref Serokê Komaleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya ve hat pêşîwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de Erdal Elî Buyukê Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê balan kişand li ser êş û elema ku ji ber wê qetlîamê hêj tê kişandin.

“Pêvajoya ku ber bi Qetlîama Başbaglarê ve diçû bi Mislimanên ku di sala 1992yan de li gundê Sûsayê di camîyê de hatin şehîdkirin dest pê kir”

Elîbuyuk di ziyaretê de destnîşan kir salên 90î ji bo Tirkîyê salên reş û tarî bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di salên 90î de cinayet û çalakîyên siyasî dihatin kirin. Pêvajoya ku ber bi Qetlîama Başbaglarê ve diçû bi Mislimanên ku di sala 1992yan de li gundê Sûsayê di camîyê de hatin şehîdkirin dest pê kir. Ev yek bi qetlîama ku li Sêwasê li Madimakê hat kirin berdewam kir. Di vê pêvajoyê de piştî ku 3 roj ji ser Madimakê derbas bûn re li gundê Başbaglarê qetlîam hat kirin. Berî niha hemû kes bi şikleke hevpar li van êş û eleman dernediketin; lê belê niha hema hema hemû kes ji bo temamê tiştên ku pêk hatine dengeke hevpar derdixin ku ev yek jî geşedaneke erênî ye.”

“Mixabin hêj  hêlên ku nayên zanîn ên Qetlîama Sûsa û Başbaglarê nehatin derxistin holê”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev helwesta hevpar a ku di demên dawî de derketiye holê divê bên birin merhaleyeke din û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Madem di holê de qetlîam hene, wê demê divê gavên wisa bên avêtin da ku qetlîam bên derxistin holê da ku dilê civakê rihet bibe.Divê temamê bertekên ku him ji teref îqtîdarê û him jî ji teref muhaxelefetê û him jî ji teref hemî kesî ve hatine nîşandan bibin çalakîyeke hevpar. Divê em wir de vir de nekin û vê gotinê rasterast bêjin: Divê kesên ku qetlîamê kirine bên derxistin holê, têkilîyên di hundir de bên deşîfrekirin û ew mîhraqên derve yên ku pêwendîyên wan hene bên eşkerekirin. Ger ev pirs bên bersivandin ew ê êş û elema birayên me yên li Başbaglarê kêm bibe û wicdana civakê rihet bike. Mixabin hêj  hêlên ku nayên zanîn ên Qetlîama Sûsa û Başbaglarê nehatin derxistin holê. Ew kesên ku van cinayetan kirine diyar in û bi dehan şehîd hene, lê belê hêj tu kes nehatîye girtin. Ji alîyê din ve bi dehan kesên ku tu eleqeya wan bi bûyera Sêwasê re tune ye belesebeb di girtîgehê de tên girtin.”

“Him îqtîdar û him jî muxalefet pêwîst e pêkve hereket bikin û bi ser vî karî de biçin”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev bû 3-4 sal beşdarî bernameyên bîranînê ya Başbaglarê dibe ku gelek parlementer û wezîr jî beşdarî van bernameyan dibin û daxwaza wan a hevpar jî edalet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê di vî warî de hêj tu gav nehat avêtin û ev mijar nehat meclîsê bi xwe jî. Mixabin hêj  hêlên ku nayên zanîn ên Qetlîama Sûsa û Başbaglarê nehatin derxistin holê.”

Erdal Elîbuyuk di dawîya axavtina xwe de diyar silavên Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam li Serokê Komaleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya kir.

Serokê Komaleya Başbaglarê Mehmet Alî Dîkkaya jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir di salên 90î de gelek qetlîam hatin kirin ev qetlîam qet nehatin rojevê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesê ku berî qetlîama Sêwasê bi rojekî  îtîraf kir û got ‘Em 22 kes bûn û bi fermana Doktor Baran ji çoltera Sêwasê derbasî çoltera Dêrsimê bûn. Dema ku ji wê derê derbas dibin Serokê Navçê ya CHPê ya Îlîçê  Îsmet Turkmen hat qetilkirin. Ev yek jî qet nehat rojevê. Dû re jî qetlîama Sêwasê pêk hat. Dû re qetlîama  Başbaglarê pêk hat û gelek qetlîamên din.”

ÎLKHA


HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HUDA PARê Komeleya Baş Baglarê ziyaret kir

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler