Kekê Davut Şahînê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARÊ yê ku rehmet kir hat definkirin

Kekê Davut Şahînê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARÊ yê ku rehmet kir hat definkirin

Şehmûs Şahînê kekê Davut Şahînê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARÊ yê ku ji ber nexweşîya xwe rehmet kir hat definkirin.

Şehmûs Şahîn ev bû demek ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîclê ji ber nexweşîya xwe dihat dermankirin ku doh digel temamê midaxeleya Şehmûs Şahînê kekê Davut Şahînê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARÊ  rehmet kir.

Cenazeya Şehmûs Şahîn piştî muameleyên ku hatin kirin re ji nexweşxanê hat girtin û hat birin Êlihê. Şahîn piştî nimêja cinazê ya ku li Gundê Ermîyê hat kirin re ji teref malbat, nas û hezkirîyên xwe ve hat definkirin.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Alîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê û gelek rîspîyên herêmê beşdarî merasîma cinazê bûn.

Tazîye li Mala Şînê ya Feqîya Teyran a li Taxa Bayindirilikê tên qebûlkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler