Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtêji ber minasebeta sê mehên mibarek ji 100 malbatên êtîm û feqîr re alîkarî kir.

Serokê Kerwana Umudê ya Sêrtê Ramazan Tokdemîr derbarê xebata alîkarîyê ya ku li bajêr hat kirin de destnîşan kir ew ji 100 malbatên feqîr û jar re alîkarîya mîna goştê sor û xurekê kirine.

Tokdemîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji ber minasebeta sê mehên mibarek vê alîkarîyê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Kerwana Umudê di 12 mehên salekê de xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomînin. Niha em ketin sê mehên mibarek. Bı vê wesîlê me ji malbatan re alîkarîya goştê sor, xurek û amûrên paqijîyê kir.Ez ji wan birayên me yên dildar ên ku keda wan di vê xebata alîkarîyê de heye re teşekkur dikim.Her wisa ez ji wan xêrxwazan re jî teşekkur dikim.

Tokdemîr di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin ji zêdetir malbatên feqîr re alîkarî bikin ku ew ji bo vê yekê li benda alîkarîya xêrxwazan in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber minasebeta 3 mehên mibarek ez ji vê derê dixwazim bang li xêrxwazan dikim. Hûn çi qas ji me re bibin alîkar em ê ew qas zêde karibin alîkarî bikin. Ji ber ku derfetên me zêde tune ne em nikarin ji zêdetir malbatan re alîkarî bikin. Dema ku em alîkarî belav dikir malbatek ji me re got ‘ger we îro vê alîkarîyê belav nekiriba tiştekî me tunebû ji bo em ji xwe re xwarinê çêkin.’ Ev gotin em dilzîz kirin.”

ÎLKHA


Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Sêrtê ji 100 malbatan re alîkarî kir

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler