Kerwana Umudê ya Xarpêtê ji wan kesên ku malên wan şewitîn re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Xarpêtê ji wan kesên ku malên wan şewitîn re alîkarî kir

Kerwana Umudê ya Xarpêtê ya ku bi alîkarîyên ku dike tê naskirin,ji wan kesên ku malên wan şewitîn re alîkarî kir.

Berî vê çend rojan  li Karakaşa gundê Xarpêtê şewar derketibû û di encama şewata ku derket de 6 mal bi temametî şewitîn û bûn xwelî, di encama şewatê de kesek birîndar bû.

Piştî vê xebera şewita Kerwana Umûdê ya Xarpêtê xebatên alîkarîyê da destpêkirin û çû wê gundê bi navê Karakaşa ku lê şewat derket.

Alîkarê Serokê Giştî yê Kerwana Umûdê yê Xarpêtê Nîhat Bakşî derbarê alîkarîya ku hat kirin de daxuyanîyek da.

Bakşî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir, ew dixwazin bi vê alîkarîyê vê mexdûrîyeta ku pêk hatiye ji rastê rakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê 3-4 rojan li Karakaşa gundê Aricaka Xarpêtê li gorî îddîayan ji ber kontaxa ceyranê şewar derket û di encama şewatê de 6 mal bi temametî şewitîn.  Em wek Kerwana Umûdê yê Xarpêtê hatin vê derê û di cihê wê de zirar û zîyana ku pêk hatiye tespît kir. Ji ber ku tiştek bi ti kesî nehat me kêfxweş in.Lê belê di 6 malan de çi hebû tev şewitîn.Tiştekî xwedîyê xanîyan nemaye û ne mimkûn e ku xanîyên wan jî bên tamîrkirin.Ji ber vê yekê hinek ji wan çûne ba nasên xwe û hinek ji wan jî di xanîyên gund ên ku berî niha hatine valakirin de bi cî bûne.”

Bakşî di berdewama axavtina xwe banga alîkarîyê kir û destnîşan kir “ Em dikarin dest bidin hev û bê mexdûrîyetê pêkve ji rastê rakin. Em ê li gorî qeweta xwe ji wan re bibin alîkar.Lê belê  em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”

Mixtarê gund ê berê Osman Yildirim jî derbarê mijarê de destnîşan kir, dema ku ew bi xebera şewatê hesîyan e çûne gund da ku midaxeleyî êgir bikin; lê belê dema ku ew gihaştine gund mal tev şewitîne. Mixtarê berê dû re wisa got: “Em teleb dikin ku ji bo van malbatên ku xanîyên wan şewitîne alîkarî bê kirin.Walî beg dibêje ew ê temamê gund bê valakirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler