Kesên ku li Îranê ji “xwepêşanên benzînê” re pêşîvantîyê dikin dê bi îdamê bên darizandin

Kesên ku li Îranê ji “xwepêşanên benzînê” re pêşîvantîyê dikin dê bi îdamê bên darizandin

Hat ragihandin ew ê kesên ku li Îranê ji “xwepêşanên benzînê” re pêşîvantîyê dikin dê bi îdamê bên darizandin.

Di nivîseke ku di Rojnameya Keyhanê de hat weşandin de  hat diyarkirin kesên ku beşdarî xwepêşanan bûne û di xwepêşanan de banka û sotemîgehan şewitandine hatine binçavkirin û di dema jêpirsînê de ev kesên ku hatine binçavkirin îtîraf kirine ku ew pere hatine dayîn ji wan re û ew jî beşdarî van çalakîyên tundîyê bûne.

Rayedarên darazê derbarê wan kesên ku ji van alozîyan re pêşîvantîyê dikin de destnîşan dikin “ew sûcê ku kesên alozîger dikin îsyan e, li gorî qanûna şer’î û hiqûqî cezaya wan îdam e.”

Li Îranê di 15ê Mijdarê de ji heqê benzînê re zam hat kirin û ji ber vê yekê li gelek bajêran xwepêşan hatin destpêkirin. DI xwepêşanên ku hatin lidarxistin de gelek sotemenîgeh, banka û wesayîtên polêsan hatin şewitandin.

 General Huseyîn Rahîmîyê Şefê Polêsan ê Tahranê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Rahîmî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; ew wan kesên ku nîzama raya giştî xera kirine binçav kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.