Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1011 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1011 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 1011 kesên din hejmarakesên ku li Amerîkayêji ber Coronavîrusê mirin derket 140 hezar û 200 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 71 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 71  hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 619 hezar û 663 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1011 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 140 hezar û 273 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler