Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket 134 hezar û 18 kesî

Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket 134 hezar û 18 kesî

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 56 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 56  hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 3 milyon û 98 hezar û 311 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 977 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 134 hezar û 18 kesî.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler