Li ber edlîyê pevçûna çekdarî: Yek jê giran 4 kes birîndar bûn

Li ber edlîyê pevçûna çekdarî: Yek jê giran 4 kes birîndar bûn

Li Êlihê li ber edlîyê di navbera du koman de ji berlihevnekirina erdan pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de yek jê giran 4 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin di wextên şeveqê de li ber Edlîyê Êlihê di navbera du koman de ji ber  lihevnekirina erdan pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de yek jê giran 4 kes birîndar bûn.

Pevçûn di wextên şeveqê de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin malbatên Ozerdem û Ayhan ên ku ji bo lihevnekirina erdan çûn mahkemê di derketina edlîyê de pev çûn. Pevçûna devkî di demeke kurt de bû pevçûna çekdarî.

Di encama pevçûna ku derket de Nîhat Ozerdem, Yunus Ozerdem, Îrfan Ozerdem û Abdulazîz Ozerdem birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn ji birîndaran rewşa yekî giran e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler