Li Bolîvyayê hejmara mirîyan zêde dibe

Li Bolîvyayê hejmara mirîyan zêde dibe

Di xwepêşanên ku li Bolîvyayê di 20ê Cotmehê de dest pê kirin de hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe.

Hat ragihandin di xwepêşanên ku li Bolîvyayê di 20ê Cotmehê de dest pê kirin de hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî agahîyên dawî hejmara mirîyan derket 25an.

Li Bolîvyayê di 20ê Cotmehê de hilbijartin hatin kirin û di encama hilbijartinan de Serokê Dewletê Morales hat hilbijartin. Lê ji ber hinceta ku di hilbijartinan de hîle hatine kirin xwepêşan hatin destpêkirin û Serokê Dewletê Evo Morales îstîfa kir û welat terk kir.

Piştî ku Morales îstîfa kir re jî xwepêşan berdewam dikin. Hêzên asayîşê midaxeleyî xwepêşandêran kirin. Di encama midaxeleyên ku hatin kiin de heta niha 25 kes mirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.