Li Çorumê di malekê de şewat derket: 4 jê zarok tevde 5 kes canê xwe ji dest dan

Li Çorumê di malekê de şewat derket: 4 jê zarok tevde 5 kes canê xwe ji dest dan

Şewat li navçeya Bayata Çorumê di malekê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li taxa Yatukçuya navçeya Bayatê di mala Omer Çetîn de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket.

Di demeke kurt de mala Omer Çetîn û 2 malên derdorê şewitîn. Di encama şewata ku derket de Omer Çetîn û newîyên wî yên bi navê Elîf Naz Çetîn û Ela Çetîn û zarokên cîranên wî yên bi navê Elîf û Yusuf Îçuz canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin. Walîyê Çorumê Mustafa Çîftçî çû cihê bûyerê û mexdûran ziyaret kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler