Li Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn: 2 mirî 3 birîndar

Li Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn: 2 mirî 3 birîndar

Li Nurdagiya navçeya Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihadnin li Nurdagiya navçeya Entabê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê Muhammed Elcuneyd û lawê wî Husam Elcuneyd canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 7emîn kîlometreya Rêbeja Nurdagi-Entabê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 79 AAD 579 a ku ajokarê wê Muhammed Elcuneydê Sûrîyeyî bû û TIReke bi plaqeya 33 BYL 86 li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de Muhammed Elcuneydê Sûrîyeyî û lawê wî canê xwe ji dest dan û xanim û 2 zarokên wî jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

A.D.yê ku ajokarê TIRê bû hat binçavkirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler