Li Fransayê di rojekê 509 kes ji Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 4032 kesan

Li Fransayê di rojekê 509 kes ji Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 4032 kesan

Li Fransayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 509 kes mirin û hejmara kesên ku ji şobê mirin derket 4 hezar û 32 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin

Jerome Salomon di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 509 kes mirin û hejmara kesên ku ji şobê mirin derket 4 hezar û 32 kesan.

Salomon di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hejmara kesên ku li Fransayê di lênerîna awarte te tên dermankirin jî derket 10 hezar û 935 kesan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler