Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 11 hezar û 106 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 106an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 232  hezar û 863 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 106  kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  232 hezar û 863 kesî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler