li Karakaş 6 mal şewitîn

li Karakaş 6 mal şewitîn

Di şewata ku li Karakaşa gundê Xarpêtê derket de 6 mal bi temametî şewitîn û bûn xwelî, di encama şewatê de kesek birîndar bû.

Hat ragihandin di şewata ku li Karakaşa gundê Xarpêtê derket de 6 mal bi temametî şewitîn û bûn xwelî, di encama şewatê de kesek birîndar bû.

Şewat li Karakaşa gundê Aricaka navçeya Xarpêtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat di kontaxa ceyranê de derket û agir bi mala Yaşar Ozelî ket. Agirê ku di demeke nêz de belavî derdorê bû, bû sedem ku 6 mal bi temametî bişewitin.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re îtfaîye hatin cihê şewatê û agir hat tefandin.

Di dema ku mudaxele li şewatê dihat kirin kesek birîndar bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler