Li Mêrdînê operasyona HDP/PKKê: 11 binçavî

Li Mêrdînê operasyona HDP/PKKê: 11 binçavî

Di operasyonên ku li navend û navçeyên Mêrdînê li dijî HDP/PKKê hatin lidarxistin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin di operasyonên ku li navend û navçeyên Mêrdînê li dijî HDP/PKKê hatin lidarxistin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Artuklu, Nisêbîn û Qosera Mêrdînê di heman wextî de di ser çend navnîşanan de hat girtin. Di encama operasyonên hemwext ên ku li dijî HDP/PKKê hatin lidarxistin de 11 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Hat hînbûn di nav kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Bajara Mêrdînê yê HDPê Salîh Kuday û Seroka Odaya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem jî heye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.