Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 2 bira hatin kuştin

Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 2 bira hatin kuştin

Di pevçûna çekdarî ya ku li Mêrdînê pêk hat de 2 bira hatin kuştin.

Hat ragihandin di pevçûna çekdarî ya ku li Qosera navçeya Mêrdînê pêk hat de 2 bira hatin kuştin.

Bûyer derdora seat 15.40î de li Taxa Tepebaşiya Qoserê ya Rêya Hevrişîmê jê derbas dibe pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du birayên bi navê Mustafa û Emîn Tezdonen û zilamekî 60 salî yê bi navê Î.Y. de nîqaş derket.

Ji ber ku nîqaş mezin bû Î.Y. çeka di ber milê xwe de derxist û di ser 2 birayan de berik reşand. Di encama bûyera ku qewimî de 2 bira canê xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.