Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 13 kes canê xwe ji dest dan

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 13 kes canê xwe ji dest dan

Li Nîjeryayê di navbera endamên eşîrekê de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 13 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Benueya parêzgeha Nîjeryayê endanên Eşîra Ukpogo-Edîjwu ji bo mezinên xwe diyar bikin ev bi salan in ku tên ba hev; lê belê bi tu awayî li hev nakin û her tim pev diçin.

Ji ber vê lihevnekirinê di navbera endamên eşîrê de cardin pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 13 kes canê xwe ji dest dan. Polês derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.