Li Îranê 24 seatên dawî de 93 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Îranê 24 seatên dawî de 93 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 93 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 57 hezar û 150 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 150 kesî û bi pêketina 6 hezar û 204 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 354 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 93 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 150 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 354 hezaran.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.