Li Rihayê di navbera 2 malbatan de pevçûn: 2 mirî 5 birîndar

Li Rihayê di navbera 2 malbatan de pevçûn: 2 mirî 5 birîndar

Li Taxa Kurala navçeya Bîrecûka Rihayê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 2 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di navbera 2 malbatên ku di navbera wan de hisûmet hebû de pevçûna çekdarî derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama pevçûna çekdarî de 2 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di encama bûyera ku pêk hat de 21 kes hatin binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.