​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 58 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 58 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 58 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 3 hezar û 952 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1639  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 143  hezar û 114 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne cara ewil ket bin hezarekî. Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn jî derket li ser 100 hezarî. Divê em maske bi kar bînin û haya xwe ji mesafeya civakî bikin û nekevin cihên qelebalix.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.