1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Lijneya HUDA PARê beşdarî taziya kesên ku li Silopiyê jiyana xwe ji dest dabûn bû
Lijneya HUDA PARê beşdarî taziya kesên ku li Silopiyê jiyana xwe ji dest dabûn bû

Lijneya HUDA PARê beşdarî taziya kesên ku li Silopiyê jiyana xwe ji dest dabûn bû

ŞERNEX - Lijneya HUDA PARê malbata kesên ku berî vê çend rojan li Silopiyê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir.

A+A-

Heyeta ku di serokatiya Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok de hatibû navçê, beşdarî taziya kesên ku berî vê çend rojan di êrîşa bombeyî de jiyanên xwe ji dest  dabûn bû. Heyet ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn re serxweşiyê xwest.

Heyet ji teref Serokê Kevin ê Bajêr ê AK Partiyê Rîzgîn Bîrlîk û ji teref Parlementerê Kevin ê AK Partiyê Îbrahîm Hakki Bîrlîk ve hat pêşîwazîkirin.Heyeta ku tevlî taziyê bû ji malbatê re serxweşiyê xwest û ji kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn re jî dia kirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok piştî ziyareta ku kir re ji rojnamegeran re daxuyaniyek da.Gok di daxuyaniya ku da de wiha axivî: “Em dizanin ku ji ber vê pêvajoya pevçûnê tu kes xwe di ewlehiyê de nabîne û bi ewlehî hîs  jî nake.Her roj mala çend kesan xera dibe.Ev bû  30 sal ku xelkê me ne li gund ne li bajêr ne jî li deşt û çiyayan bêhneke rehet nestand.Di vê pêvajoyê de gelek mexdûriyet çêbûn û gelek xemgînî jî hatin jiyan.Di vê pêvajoya pevçûnê ya herî dawî de mixabin êş û janên 30 salên borî cardin tên jiyandin.”

Gok di dawiya axvtina xwe de diyar kir em hemû di heman keştiyê de ne û em ji bo ev keştî bigihije qeraxê çi tişt ji destê me tê pêwîst e ku em bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Eger ev keştî noq bibe, em ê hemû ji vê yekê zirarê bibînin.Em hêvî dikin ku ev pêvajoya pevçûnê demildest bi dawî bibe.Lewra pevçûn û çalakiyên tundiyê amûrê çareseriyê nînin.Rebbê min sebrê bide kesên mayî û şifaya xêrê jî bide kesên birîndar.”(ÎLKHA)

 









 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.