Li Somalîyê êrîşa bombeyî: 11 birîndar

Li Somalîyê êrîşa bombeyî: 11 birîndar

Li Mogadîşuya paytexta Somalîyê êrîşa bombeyî li mutehîtên Tirkîyeyî hat kirin.Di êrîşê de 11 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somalîyê êrîşa bombeyî li mutehîtên Tirkîyeyî hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Sefîrê Somalîyê yê Tirkîyê  Mehmet Yilmaz ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yilmaz  di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Ji ber êrîşê mirin pêk nehatine, lê birîndar hene.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tevde 11 kes birîndar bûn ku 3 ji wan welatîyê Tirkîyê ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.