Mahathîr: Ew dorpêça li Filistînê çalakîyeke korsantîyê ya xeyrî meşrû ye

Mahathîr: Ew dorpêça li Filistînê çalakîyeke korsantîyê ya xeyrî meşrû ye

Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Muhammed derbarê wê dorpêça ku ji teref siyonîstên terorîst ve tê sepandin de destnîşan kir, ew dorpêça li Filistînê çalakîyeke korsantîyê ya xeyrî meşrû ye

Mahathîr Muhammedê Serokwezîrê Malezyayê li Kuala Lumpura paytexta Malezyayê beşdarî konferansekê bû û derbarê zilm û zordarî û dorpêça ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Filistînîyan tê kirin de nirxandinan kir.

Muhammed di axavtina xwe de diyar kir, ew tiştên ku ji teref siyonîstan ve tên kirin divê bên şermezarkirin û dû re wiha got: “Ew terora ku ji teref rejîma îşxalê ve tê kirin dibe sedem ku hêrsa Mislimanan zêdetir bibe.”

Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo ew zext û zordarîyên siyonîstên terorîst ên li ser Mislimanan bên sekinandin divê desteka dinyayê bê standin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Alema Îslamê ji hev ketiye û dabeşî gelek mezheban bûye ku ji ber vê yekê nikare berê xwe bide hedefên xwe. Ev rewş kêrî dijminên Îslamê tê.”

Muhammedê ku diyar kir ew di demeke nêz de xwestine ku  ji ser rêya  behrê ji Filistînîyan re alîkarî bişînin lê belê ev alîkarîya wan ji teref siyonîstan ve hatiye astengkirin, di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Ew dorpêça li Filistînê çalakîyeke korsantîyê ya xeyrî meşrû ye. Ger qedr û qiymet û her wisa destek ji mafên Filistînîyan re bê dayîn ew ê çalakîyên terorê kêm bibin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler