Malezyayê êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve li hember Xazzê tên kirin şermezar kir

Malezyayê êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve li hember Xazzê tên kirin şermezar kir

Malezyayê wan êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve li hember Xazzê hatin kirin û tê de gelek Misliman hatin şehîdkirin bi tundî şermezar kir.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; êrîşên rejîma îşxalker her ku diçe zêdetir dibin û di êrîşên ku tên kirin de temamê qanûnên navneteweyî tên îhlalkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin “Malezya hêj li ser helwesta xwe ya berê ye û dijberê wê dorpêça rejîma îşxalker a li hember Xazzê ye. Ev dorpêç bi şikleke girseyî cezakirina xelkê ye û ev yek dibe sedema gelek zehmetî û probleman.”

Di berdewama daxuyanîyê de  bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin da ku dawî li dorpêça siyonîstan bê anîn û dewleteke xweser a Filistînê bê damezrandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.