Mesrûr Barzanî:" Tevî rewşa dijwar em ê di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de berdewam bin"

Mesrûr Barzanî:" Tevî rewşa dijwar em ê di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de berdewam bin"

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, tevî vê rewşa dijwar a abûrî li Herêma Kurdistanê lê ewê li ser bicîhanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin û xizmeta wan bikin.

Îro wîstgeha eliktirîkê ya xebat bi amadebûna Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî hat vekirin û dest bi kar bû.

Di merasima vekirina wîstgehê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, zêdebarî vê rewşa zehmet û tengav, ewê li ser bicîhanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku santrala xebat dikare 300 MW elektirîk berhem bîne û ji aliyê wezareta elektirîkê û du şîrketên Korya Başûr ve hatiye çêkirin.

Serokê Hikûmetê anî ziman ku eliktirîk gelekî girîng e lê bikaranîna wê jî gelekî girîng e û got, me daxwaz ji wezareta elektirîkê û dezgehên pêwendîdar kiriye pêdaçûnê bi rewşa elektirîkê bikin. Lê divê welatî jî alîkar bin û elektirîkê heder nedin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku bi alîkariya gelê Kurdistanê ew dikarin vê qonaxa zehmet derbas bikin û got, çi ji destê hikûmetê tê bo parastina tenduristiya welatiyan dike lê divê welatî jî ya ku dikeve ser milê wan bicîh bînin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Piştrast bin emê berdewam bin di hewlên rûbirûbûna vê rewşa dijwar a darayî li Herêma Kurdistanê. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim ku hûn jî bi me re alîkar bin, ku samanên me vala xeric nebin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.