Naaşê Şêx Evdilqadirê hevaldozê Şêx Seîd hat neqilkirin

Naaşê Şêx Evdilqadirê hevaldozê Şêx Seîd hat neqilkirin

Naaşê Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî yê ku di sala 1925an de ji ber ku destek da Şêx Seîd hat şehîdkirin, ji ber bendava HESê hat neqilkirin.

Hat ragihandin naaşê Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî yê ku di sala 1925an de ji ber ku destek da Şêx Seîd hat şehîdkirin, ji ber bendava HESê hat neqilkirin.

Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî yê ku di dema serhildana Şêx Seîd de piştgirî dabû serhildanê û li ba Şêx Seîd cî girtibû li ber Çemê Miradê hat şehîdkirin. Niha li wê herêma ku qebra Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî lê ye bendav tê çêkirin. Ji ber bendava ku tê çêkirin ew ê qebra Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî di bin avê de bimîne. Nevîyên Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî  qebrê kalê xwe neqlî gundê Gozelera girêdayê navendê kirin.

Şêx Evdilqadir Korkutatayê Çanî di sala piştî ku serhildana Şêx Seîd dest pê kir, rojekê dema ku ji bo nimêja şeveqê li ber Çemê Miradê destnimêj digirt hat şehîdkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.