NATO ji bo welatên Îslamê tehdîdek e, ji ber vê yekê ti hincet ji bo hebûna wê nemaye

NATO ji bo welatên Îslamê tehdîdek e, ji ber vê yekê ti hincet ji bo hebûna wê nemaye

HUDA PARa ku Lûtkeya NATOyê nirxand destnîşan kir, NATO ji bo welatên Îslamê tehdîdek e ku ji ber vê yekê ti hincet ji bo hebûna wê nemaye.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de mijarên mîna; Lûtkeya NATOyê, Mutabaqata Behra Spî ya Rojhilat, qetlîamên ku li Îdlîbê tên kirin û xeberên derew û nerast ên ku derheqê Mislimanan de tên kirin de nirxandin hat kirin.

Lûtkeya NATOyê

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Lûtkeya NATOyê de nirxandinên balkêş hat kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ji ber wesîleya 70emîn sala tifaqa NATOyê bi beşdarbûna 29 welatan lûtkeyek hat tertîpkirin û di danezana encamê de cîh hat dayîn micadeleya pêkve ya li dijî fealîyetên Çîn û Rûsyayê û terorîzmê. Hebûna tifaqê di vê heyamê de dihat nîqaşkirin û êdî taybetîya ewlehîya hevpar a NATOyê ji holê rabûbû ku ev lûtke hat tertîpkirin.  Bi danezana ku hat belavkirin cardin derket holê ku NATO li gorî berjewendîyên îqtîsadî û leşkerî ya Amerîkayê hereket dike. Delîla vê yekê jî ew e ku temamê endamên NATOyê biryar dan ku pêkve li dijî Çînê birawestin. Amerîkayê ku li dijî Çînê şerê îqtîsadî da destpêkirin dixwaze endamên tifaqê jî daxilî vî şerî bike.”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin  li ser hebûna NATOyê ya ji bo welatên Îslamê û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: “NATO ji bo welatên Îslamê tehdîdek e ku ji ber vê yekê ti hincet ji bo hebûna wê nemaye. Ev pêkhatîya ku mîada wê xelas bûye û bi hebûna xwe gefê li aştî, hizûr û aramîya Tirkîyê û temamê dinyayê dixwe û di bin fermana Amerîkayê de ye ku divê Tirkîye êdî endamtîya xwe ya li vê pêkhatîyê cardin bifikire û bi wan ve girêdayî nemîne.

Qetlîamên ku li  Îdlîbê tên kirin

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser qetlîamên ku li Îdlîbê tên kirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di  sala 2018an de di navbera Tirkîye û Rûsyayê de lihevkirinek çêbû û di bin garantorîya her du welatan de Îdlîb wek herêma ku ji çekan hatiye paqijkirin hat îlankirin ku di wan êrîşên ku piştî vê qerarê hatin lidarxistin de herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan.Digel sûcê şer be jî êrîş li wargehên sîwîlan hatin kirin û di wan êrîşên ku 25 roj berdewam kirin de herî kêm 50 hezar kes ji cihên xwe bûn.Hejmara kesên ku di saleke dawî de ji warên xwe koç kirin derket li ser milyonekê. Ji bo sîwîl cardin venegerin malên xwe navendên jiyan û tenduristîyê tên hedefgirtin. Bi van qetlîamên ku tên kirin rêya çareserîya muzakereya suyasî ya meseleya Sûrîyê tê astengkirin û ji wê pêvajoya nivîsandina makeqanûna nû re zirar tê dayîn.  Rûsya yek ji wan garantoran e ku bi bi biryara wê Îdlîb wek herêma ku ji çekan hatiye paqijkirin hatibû îlankirin, lê belê ew êrîşên ku tên kirin nîşan didin ku Rûsya naxweze pêwajoya alozîyê xelas bibe.  Şerê navxweyî ya li Sûrîyê li gorî berjewendîyên Amerîka û Rûsyayê berdewam dike ku divê Tirkîye û Îran di vî warî de însîyatîfê zêdetir bikin destên xwe di warê gorûbêjê de bibin xwedîyê îradeyeke bi hêz.”

Ji bo temamê daxuyanîyê bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.