Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Malbatên ku bi hinceta ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nobedê digirin roja 100emîn li pey xwe dihêlin.

Malbatên ku diyar dikin zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin an jî bi zorê hatine şandin serê çiyê ev bû 100 roj ku li ber avahîya HDPê ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin çiyê nobedê digirin.

Di 22ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akar ji bo lawê xwe Mehmet Akarê ku hatibû revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û piştî 4 rojan lawê wê lê vegerîyabû.

Piştî vê bûyerê di 3yê Îlonê de vêcarê Fewzîye Çetînkaya û Remzîye Akkoyun ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin li serê çîyê li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dan destpêkirin û hejmara dayikan bi demê re derket 58 malbatan.

Herî dawî jî Xatîce Ceylana ku ji bo lawê xwe Cafer Ceylanê ku hatibû revandin 68 rojan nobedê girtin û lawê wê doh lê vegerîya.

Piştî van vegerînan malbatên din ên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li ber  Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nobeda xwe didomînin ku ev nobed îro ket roja 100emîn.

ÎLKHA


Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

Nobeda dayikan ket roja 100emîn

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.