Otomobîl gindirî şarampolê: Mirîyek 3 birîndar

Otomobîl gindirî şarampolê: Mirîyek 3 birîndar

Di qezaya ku li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêkhat de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di qezaya ku li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê pêk  hat de kesek canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Riha-Wêranşarê li nêzî mewqîya Çamlidereyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 63 DR 816 a ku ajokarê wê Yasîn Başak bû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.

Di encama qezaya ku pêk hat de Yasîn Başak û xanima wî Hatîce Başaka û 2 zarokên wî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê. Digel  temamê midaxeleyan Hatîce Başak canê xwe ji dest da.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.