Pêvajoya Darbeya 28ê Sibatê

Pêvajoya Darbeya 28ê Sibatê

28ê Sibatê navê wê heyamê ye ku tê de darbe li îrade, bawerî û çanda civakê hatiye lêxistin. Ji ber wan êş û elemên ku di wê heyamê bi xelkê dane kişandin lenet li wê heyamê û darbê tê anîn.

Di pêvajoya 28ê Sibatê de bi îttîfaqa komên sermaye, medya, burokrasî, darazê di pêşîvanîya wesayeta leşkerî de Îslam û ew kesên ku hewl didan Îslamê bijîn hatin hedefgirtin ku ev heyam di dîroka Tirkîyê de wek heyameke tarî û gemar cihê xwe girt. 

Darbeya 28ê Sibatê ne wek wan darbeyên ku berî niha hatibûn kirin bû. Di vê heyama darbeya 28ê Sibatê de ew kesên ku ji Îslamîyetê re dijmintî dikirin tev bûn yek û di pêvajoya darbeyê de kesên sîwîl jî wezîfe girtin li ser xwe. Di vê pêvajoyê de bi hevkarîya serokomar, muxalefet, sendîqa, îdarevanên zanîngehan û sazîyên civakî yên sîwîl fermana camîayên Îslamî hat rakirin. Ew medyaya terefdar jî temamê rê û rêgezên nûçevanîyê têxist bin pîyên xwe û di vê pêvajoya darbê de wezîfeyeke muhîm girt li ser milên xwe. 

Di vê heyama tarî de bi milyonan kes hatin fîşkirin. Qîzên bi tesettur ji mektebên xwe hatin dûrxistin. Bi hezaran memûr ji ber ku dîndar bûn ji karên xwe hatin avêtin. Di temamê qadên qamûyê de zext û zordarî li kesên dîndar hat kirin. Ew Koma Xebatê ya Xerbê ya ku ji teref darbekeran ve hatibû avakirin temamê sazî û sazûmanîyan kontrol kir û însanên dîndar ji van sazîyan dûr kir.

 Wehşeta herî mezin ji teref darbekeran ve li Rojhilat û Başûrê Rojhilat hat kirin. Bes ji ber ku dîndar bûn an jî di nav xizmetên Îslamî de bûn û li mizgeftan dersa Qur’anê didan bi hezaran kes hatin binçavkirin û îşkenceyên hovane li wan hatin kirin.  Di wê pêvajoya darbê de ew darbeker ew qas wêrek bûbûn ku li zarok, pîrek û îxtîyar û kalan jî îşkenceyên giran dikirin, êrîşî muqaddesatên Îslamê kirin û dest avêtin tesettura pîrekan. Ji teref wan mehkemeyên wê heyamê, nexasim ji teref hakimên FETOyîst ve  bêyî hebûna delîlê bes di çarçoveya îddîayan de cezaya muebbet hat dayîn ji bi hezaran kesên bêsûc û bêguneh re. 

Pêvajoya darbeya 28ê Sibatê çawa dest pê kir?

 Ew zext û zilmên ku li Mislimanan dihat kirin digel ku ji destpêka avakina cumhûrîyetê dest pê kiribin jî di wê pêvajoya darbeya 28ê Sibatê de xwe nîşan da.  Ew bêîstîqrarîya îqtîsadî, koalîsyonên ku pêki dihatin, ruşvet û bêrêtî û tiştên mîna van yên ku pêk dihatin bûn sedem ku xelk têkeve navê lêgerînekê. Ew problemên di îqtîsadê de di sala 1994an de bûn sedema qeyranaê. Ji ber van geşedanîyan ew qerarên îqtîsadî yên giran ên ku bi navê “Qerarên 5ê Nîsanê” tên binavkirin hatin destpêkirin. 

Partîya Refahê ya ku di wê pêvajoyê de navê xwe li derdorê dida hesandin û ji xelkê eleqe didît bû hedefa Xerbê û nexasim ew kom û terefên ku li Tirkîyê dijberîya Îslamê dikirin jê pir aciz dibûn.

 Prof. Necmeddîn Erbekanê Serokê Giştî yê Partîya Refahê li gelek cihan qala “Yekîtîya Îslamê” dikir ku ev yek Xerbê û nexasim jî siyonîstan pir zêde ditirsand. Ew aso û fikra Erbekan a ku derdiket derveyî sînorên Tirkîyê û alema Îslamê di nav xwe de dihewand bûn sedem ku ew xulam û xizmetkarên hêzên emperyalîstan ên li Tirkîyê tiştinan bikin da ku pêşîya Erbekan û fikra wî bê girtin.Digel temamê xebatên ku li dijberî Erbekan hatin kirin Partîya Refahê di sala 1994an de di hilbijartinên ku hatin kirin de serkeftineke mezin bi dest xist û şaredarîyên bajarên mezin ên mîna Stenbol û Enqerê qezenc kir. Ew deng û rayan ku Partîya Refahê stand ji teref darbekeran ve weke muhafezekarbûn û dîndarbûna Tirkîyê hat fêmkirin û ev geşedan bi navê “îltîcayê” hatin binavkirin û bingeheke îdeolojîk hat xwestin bê avêtin. 

Partîya Refahê di hilbijartinan de ji 15 şaredarîyên bajarên mezin 5an qezenc kir

 27ê Adarê sala 1994an- Partîya Refahê di hilbijartinên ku hatin kirin de ji sedî 19.14 deng stand û di hilbijartinan de ji 15 şaredarîyên bajarên mezin 5an qezenc kir. Di nav van şaredarîyan de Enqere û Stenbolê jî hebû. Ji ber ku Nêrîna Millî cara ewil ev qas zêde deng  stand temamê balan kişand li ser xwe. 

13ê Nîsana sala 1994an- Erbakan piştî hilbijartinan bersiv da rexneyên ku li partîya wî tên kirin û got “Ew ê Partîya Refahê nîzaneke adil bîne, ev yek şert e. Gelo ew ê heyama derbasbûnê nerm derbas bibe yan dijwar, ew ê şêrîn be yan bi xwîn? Ew ê 60 milyon însan qerara vê yekê bide.” Ev gotinên Erbakan demeke dirêj hatin nîqaşkirin.  Dîsa ev gotinên Erbakan ji teref medyayê ku di bin fermana hêzên emperyalîst de bûn ve bi hinek cihên din ve hatin kişandin û bênavber hatin anîn rojevê.

 27ê Berfanbarê sala 1995an- Hilbijartinên giştî bi zafera Partîya Refahê encam bûn. Partîya Refahê di hilbijartinan de ji sedî 21.37 deng stand û di sindoqan de bû yekemîn partî û maf bi dest xist ku hikûmetê ava bike. Necmeddîn Erbakanê ku  wezîfeya sazkirina hikûmeyê girt li ser xwe bi partîyan re ji bo koalîsyonê hevdîtin kir, lê belê kesî destek nedayê û ji ber vê yekê wî wezîfê îade kir.Di dema çûyîn û hatinên tifaqê de leşkeran gef li serokên partîyan dixwarin da ku bi Erbakan re tifaqê nekin û di avakirina hikûmetê de cî negirin. Ji ber vê yekê Serokomar Suleyman Demîrel, Tansu Çîllera ku partîya wê di hilbijartinan de bûbû partîya duyemîn di warê avakirina hikûmetê de wezîfedar kir. Ji ber ku di vî warî de Çîller jî bi ser neket ev wezîfe ji Mezut Yilmaz re hat dayîn. Dema ku pêvajoya avakirina hikûmetê berdewam dikir, Serokê Sererkanîyê Îsmaîk Hakki Karadayi  li siyasetmedaran gerîya û ji wan xwest ku Partîya Refahê di nav koalîsyonê de cî negire.

 Dema ku Erbakan bû Serokwezîr, The Întependent manşeta bi navê “Ji nû ve vegera Osmanî” avêt 

6ê Adarê sala  1996an-  Ew koalîsyona ANAP-DSPê ya ku di encama zextan de hat avakirin dengê pêewletîyê stand û Mesut Yilmaz bû serokwezîr. Encax ev hikûmet 3 mehan li ser pîyan ma.

 Demîrel, wezîfeya avakirina hikûmtê cardin da Erbakan û di encama pazara ku bi DSPê re hat kirin de hikûmeta Refah-Yolê hat avakirin. Li gorî qerara ku hat dayîn di pêvajoya hikûmetê ya 4 salan de ew ê her du serokên her du partîyan her yek ji wan 2 salan serokwezîrtîyê bike. Dema ku Erbakan bû Serokwezîr, The Întependent manşeta bi navê “Ji nû ve vegera Osmanî” avêt

 10ê Tîrmehê sala 1996an- Serokwezîr Erbakan ziyareta xwe ya ewil a derveyî welêt li Îranê kir. Dû re jî Pakistan, Sîngapûr, Malezya û Endonezyayê ziyaret kir.  Di dema ziyaretê de di warê nefr, xaz û enerjîyê de bi Îranê re peyman hatin îmzekirin. Ev ziyaretên ku pê bingeha D-8an hat avakirin li temamê dinyayê deng vedan.  Erbakan di siyasetê de di şûna Xerbê de Rojhilat tercîh kiribû ku ev yek siyaseta di dahatûyê de nîşan dida. Ziyareta Erbakan, nexasim a ku li Îranê kir Amerîka û siyonîstan pir zêde aciz kiribû.

 2yê Cotmehê sala 1996an-  Erbakan dest bi ziyaretên welatên Efrîkayê kir. Bi dorê çû Misir, Lîbya û Nîjeryayê. Ziyareta ku ji teref Erbakan ve nexasim li Lîbyayê hat kirin ji teref medyaya darbeya 28ê Sibatê ve her tim dihat anîn rojevê.

 24ê Cotmehê sala 1996an-  Serokwezîrên 8 welatên Îslamî bi vexwandina Serokwezîr Erbakan di Qesra Çiraxanê de kom bûn û di warê hevkarîya îqtîsadî de li hev kirin û pêkhatîya bi navê D-8 a ku di roja me de hebûna xwe didomîne hat sazkirin. Digel temamê bertekên ku ji nava welêt û ji derveyî welêt dihatin nîşandan, Erbakan projeyên mîna Pazara Hevpar a Îslamê, Hêza NATOya Îslamê, Dînara Îslamê yên ku ew ê Mislimanan bînin ba hev û ew ê wanan li dijî emperyalîzmê hêzdar bike dianî rojevê. Erbakan di vê bergehê de li dijî G-7yê D-8an ava kir.

 3ê Mijdarê sala 1996an-  Qezaya trafîkê ya Susurlukê ya ku rêxistîbûna dewleta kûr a li Tirkîyê nîşan dida pêk hat.Di nava wesayîta ku qeza kir de Sedat Bucakê Parlementerê Rihayê yê DYPyê yê ku nasnameya sexte ‘Mehmet Ozbay’ li ser bû, Abdullah Çatliyê ku bi bultena sor ji teref dewletê ve dihat lêgerîn û midûrê mekteba polêsan Huseyîn Kocadag hebû. Di wê wesayîta ku tevlî qezayê bûbû de gelek zêde çek, pasaportên sexte û nasname derketin. Ev tiştê ku pêk hat DYPyê ku şirîkê hikûmetê bû  di zorê de hişt û tesîreke neyînî li Partîya Refahê kir. 

28ê Berfanbarê sala 1996an-  Ji ser Muslum Gunduzê mezinê Aczîmendîyan bi xeberên “îrtîcayê” rojev her tim dihat meşxûlkirin. Di ser mala Gunduz de hat girtin û dîmenên serdegirtinê bi rojan di xeberan de hat weşandin. 

CHP derbarê wê fitara ku li serokwezîrtîyê hat dayîn de gilîdar bû.

7ê Çileyê sala 1997an- Bi zexta darbekerên 28ê Sibatê hinek parlementer ji Partîya Dogru Yolê îstîfa kirin. Bi Partîya Refahê hereket nekirin sedama îstîfakirina van parlementeran bû. Ev parlementerên ku îstîfa kirin dû re derbasî Partîya Demokratê bûn. 

11ê Çileyê sala 1997an- Serokwezîr Necmeddîn Erbakan, li Avahîya Fermî ya Serokwezîrtîyê ji alim û rîspîyan re  mazûvantî kir û xwarina fitarê da wan. Ji ber ku kesên mêvan bi cil û bergên xwe yên dînî beşdarî bernameya fitarê bûn di çepemenîyê de hatin belavkirin û ev yek di navbera hikûmet û leşkeran de bû sedema rageşîyê. 

16ê Çileya sala 1997- Adnan Keskînê Sekreterê Giştî yê CHPê û komek parlementer derbarê wê xwarina fitarê ya ku di avahîya serokwezîrtîyê hat dayîn de li Serdozgerîya Komarê ya Enqertê gilîdar bûn. 

17ê Çileya sala 1997an-  Serokomar Suleyman Demîrel li Serokatîya Sererkanîyê ji Serokê Sererkanîyê Îsmaîl Hakki Karadayi bîrîfîng stand. 

26ê Çileyê sala 1997an- Serokê Sererkanîyê Îsmaîl Hakki Karadayi û fermandarên hêzan li Fermandarîya Deryayê ya Golcukê di şûraya rewşa awarte ya ku 3 rojan berdewam kir civîyan. 

28ê Çileya sala 1997an-  Lijneya Wezîran seatên xebatê yên memûran li gor meha Remezanê eyer kiribû ku ev eyerkirin ji teref Dadgeha Bilind ve bi hinceta ku dijberê laîktîyê ye hat sekinandin. 

31ê Çileya sala 1997an- Ji ber ku Şaredarîya Sîncanê ve ji bo Filistînîyan bername hat tertîpkirin li navçê tanqan derxistin derve. Ji ber vê meselê Serokomar Suleyman Demîrel ji Erbakan re “nemayeke îqazê” şand. 

15ê Sibatê sala 1997an- Bi fermana darbekeran li Enqerê  bernameyke bi navê “Meşa Jinan a li dijî şerîatê” hat tertîpkirin.  Serokwekîlê TBMMê Uluç Gurkan û Serokê Giştî yê CHPê Denîz Baykal jî beşdarî bernamê bûn. 

24ê Sibatê sala 1997an-  Serokê Sererkanîyê Îsmaîl Hakki Karadayi îsraîlê ziyaret kir. Ev yek jî nîşan dide ka di pey darbeya ku dê bê kirin de kî hene. 

24 Şubat 1997- Deniz Kuvvetleri Komutanı Oramiral Güven Erkaya, "İrtica PKK'dan daha büyük bir tehlikedir." dedi. 

24ê Sibatê sala 1997an- Oramîral Guven Erkayayê Fermandarê Hêzên Deryayê destnîşan kir “Îrtîca ji PKKê bi tehlûketir e.” 

28ê Sibatê sala 1997an-  Di bin serokarîya Suleyman Demîrel de civîna MGKyê hat kirin. Civîn 9 seatan berdewam kir. Piştî civînê qerarên 28ê Sibatê hatin daxuyandin. Ew danezana ku bi sernava “ Tedbîrên ku divê li dijî wê îrtîcayê dijberê rejîmê ye bên standin” tevde ji 18 maddeyan pêk dihat. Li gorî daneza darbekerên 28ê Sibatê; ew ê perwerdehîya bingehîn bibe 8 sal,  mektebên îmam xatîbê dê bibin yên meslekê, ew leşkerên ku ji ber fealîyetên xwe yên îrtîcayê ji leşkerîyê hatin dûrxistin dê şaredarîyan de nikaribin bi cî bibin, temamê qursên Qur’anê bên girêdayîn li MEBê,  ew ê fealîyetên tarîqatan bên qedexekirin û ew ê weqf û sazîyên ku têkilîyên wan bi van tarîqatan re heye bên girtin. 

4ê Adarê sala 1997an- Serokwezîr Erbakan ji Sekreterê Giştî yê MGKyê Orgeneral Îlhan Kiliç daxwaz kir ku qerar bên sivikkirin, heka na ew ê danezanê îmze neke. 

12ê Adarê sala 1997an- Di bergeha qerarên 28ê Sibatê de bi hezaran qursên Qur’anê hatin girtin û ew weqf û komeleyên ku perwerdehîya dînî didan hatin girtin.

 16ê Nîsanê sala 1997an- Fethullah Gulenê serokê FETO di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de destekê da darbeya 28ê Sibatê û ji bo qerarên MGKyê got ‘Dema ku li gor pîvanên Îslamî bê nirxandin ev yek îçtîhadek e. Heta ger bikin ew ê xêrê qezenc bikin.’ Gulen di 18ê Nîsanê de bang li hikûmeta Refah-Yolê kir û got ‘Emanetê îade bikin û vekişin.’ Gulen di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de destnîşan kir ‘Leşker demokrattir in.’

 14ê Gûlanê sala 1997an- Li hember kesên ku li gorî Îslamê cil û berg li xwe dikirin û tesetturê didan li serê xwe operasyon hatin destpêkirin. 

21ê Gûlanê sala 1997an- Ji bo Partîya Refahê bê girtin Serdozgerê Dadgeha Bilind serî li Mahkemeya Makeqanûnê da. 

18ê Hezîranê sala 1997an- Necmeddîn Erbekan ji serokwezîrtîyê îstîfa kir. 

17ê Tîrmehê sala 1997an- Ji bo xwendekarên qîz ên ku li mekteban dixwandin tesettura xwe ji serê xwe bikin odeyên îqnayê hatin damezrandin. 

16ê Çileyê sala 1998an- Partîya Refahê hat girtin. 

24ê Hezîranê sala 1998an- Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ji ber ku bi tesettur bûn 3 hezar û 500 mamosteyan ji wezîfê derxist. 

11ê Cotmehê sala 1998an- Li dijî qedexeya hîcabê li tevahîya Tirkîyê çalakî hatin destpêkirin. Di êrîşên ku li çalakîyan hatin kirin de 600 kes hatin binçavkirin. 

26ê Mijdarê sala 1998an- Tesettur li fakulteyên îlahîyatê hat qedexekirin. 

18ê Nîsanê sala 1999an- Li Tirkîyê hilbijartinên pêşwext hat kirin, tu partî bi tena serê xwe nebû xwedî maf ku hikûmetê saz bike.

 3yê Gûlana sala 1999an- Parlementer Merve Kavakçi hat astengkirin ku li meclîsê bi şiklê ku serê wê bi tesettur be sond bixwe. Bulent Ecevît di axavtina xwe ya ku wê rojê li meclîsê kir de qasda Kavakçi kir û got “Ev der ne ew cih e ku lê ji dewletê re meydan bê xwendin. Ez ji we rica dikim, heddê vê xanimê pê bidin zanîn.”

 23ê Tebaxê sala 1999an- Hat qedexekirin ku berîya 12 salî Qur’ana Kerîm bê hînbûn.

 4ê Îlonê sala 1999an- Serokê Sererkanîyê Huseyîn Kivrikoglu destnîşan kir “28ê Sibatê pêdivîyek bû. Ger tehdîda îrtîcayê hezar sal berdewam bike, ew ê 28ê Sibatê jî hezar sal berdewam bike.” 

Digel ku çendîn sal ji ser darbeya 28ê Sibatê derbas bûbe jî, îqtîdar û hikûmet çendîn caran hatibin guherîn jî hêj mexdûrîyetên ku ji ber darbeya 28ê Sibatê derketine holê berdewam dikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.