Qayyûm hat danîn li ser Şaredarîya Pasûrê
Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wek qayyûm hat tayînkirin li ser Şaredarîya Pasûra Diyarbekirê.
Hat ragihandin Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wek qayyûm hat tayînkirin li ser Şaredarîya Pasûra Diyarbekirê.
Berî vê çendakî li Pasûra Diyarbekirê di dema derbasbûna wesayîteke sîwîl de teqemenîya ku berî niha di kevîya rê de hatibû bicîkirin ji teref PKKê ve hatibû teqandin û di êrîşê de 7 kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.
Di bergeha lêpirsîna ku derheqê êrîşê de hatibû destpêkirin de Serokê Şaredarîya HDP yê Pasûrê jî di nav de 5 kes hatibûn girtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.