Saglam: Ger destûra nû li gorî ya 1921ê bê amadekirin em ê bigihijin destûreke rasteqîn

Saglam: Ger destûra nû li gorî ya 1921ê bê amadekirin em ê bigihijin destûreke rasteqîn

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam derheqê destûra nû de daxuyanîyek belav kir û nirxandinên balkêş kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê destûra 1921ê de fikr û ramanên xwe vegot û derbarê mijarê de wisa axivî: “Destûra 1921ê ji teref îradeya ku vî welatî damezrand ve hat amadekirin. Destûra 1921ê ne weke destûra îro bû. Meclîsa ku di sala 1920î de hat damezrandin wî îradeya ku vî welatî  damezrand temsîl dikir. Dibe ku ew destûra sala 1921ê bi temametî ne parlementer be, lê belê di netîcê de ew însan temsîlkarên rastîn a civakê bûn. Wê demê di warekî de dilmetirsîya wan hebû ew jî navê dewletê bû ku digotin ‘bila navê dewletê Cumhurîyet be.’ Ji bilî vê yekê tu xata wan a sor tune bû. Digel ku teklîf hebûn jî tev hatin redkirin.Ev teklîf di destûra ku di sala 1924an de hat amadekirin de jî hat redkirin. Ji ber vê yekê li gor me  destûra 1921ê pir muhîm e. Ji ber ku ew destûra 1921ê îradeya kesên ku welêt damezrandine temsîl dike, destûra ku niha jî tê xwestin bê amadekirin jî li gorî wê destûrê û rûhê wê bê amadekirin.Ger em jî wek wê rûhê hereket bikin, wê demê destûra ku dê tê de temamê  millet bê temsîlkirin bê amadekirin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.