Saglam ji bo fermandarê Filistînî yê ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin peyam weşand

Saglam ji bo fermandarê Filistînî yê ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin peyam weşand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê yê ku ji teref siyonîstan ve hat şehîd kirin peyama tazîyê weşand.

Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî doh di êrîşa terorîstên siyonîst ve li mala wan hat kirin de şehîd bûn.

Ji ber minasebeta şehîdbûna Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî  ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve peyameke tazîyê hat weşandin.

Saglam di peyama xwe ya tazîyê de derbarê mijarê de wisa got: “Ez bi xemgînî hîn bûm ku Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî û her wisa lawê Ekrem el- Acurî û endamekî wan ji teref çeteyên terorê yên siyonîstan ve hatine şehîdkirin. Ez ji bo Harekata Cîhada Îslamî, malbata şehîdan û xelkê Filistînê tazîyeyên xwe tînim zimên û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim.”

Saglamê ku banga rawestandina îşxalê kir di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Ez vê êrîşê şermezar dikim. Em bendewar in ku camîaya navneteweyî vê hovîtîya siyonîstan û îşxala wan bidin sekinandin. Ez hêvî dikim em xwînên ku diherikin bibin wesîle ku ummmet şiyar bibe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.