Saglam: “Sedema meseleya Kurd polîtîkayên înkarê ne”

Saglam: “Sedema meseleya Kurd polîtîkayên înkarê ne”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê rojeva hundir de daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir  de balan kişand li ser meseleya Kurd a ku di van rojên dawî de ji teref siyasetmedaran û Erdogan ve hat anîn rojevê û dû re derheqê çaresernebûna vê meselê de nirxandinan kir.

 

“Di van qonaxên dawî de  ew polîtîkayên ku berê yên ku ji hebûna xwe pêve hebûna tu kesî qebûl nake û cudakarîyê dike nava civakê li îdareya welêt hakim bûye”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de çend gotinên Erdogan ên ku berî niha hatibûn gotin di bîran xist û dû re wiha got: “Serokomarê Birêz Recep Tayyîp Erdoganê ku di sala 2017an de digot ‘Pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêkên welatîyên min ên Kurd heye’ di civîna komî ya partîya xwe ya di mijdara 2020î de cardin destnîşan kir ‘Pirsgirêka Kurd tune ye.’  Lê belê dema ku dîrok 2005an nîşan dida Birêz Erdogan dema ku serokwezîr bû derbarê mijarê de destnîşan kiribû ‘Meseleya Kurd meseleya min e’ û piştî vê gotinê televîzyona Kurdî hat vekirin, dersên Kurdî   ne bi temametî be jî di mekteban de bû dersa hilbijarî. Ev reformên ku wê demê hatin kirin di çarçoveya heq û azadîyan de hatibûn teqdîrkirin û dihat hêvîkirin ku ev gavên wisa yên musbet berdewam bikin; lê di van qonaxên dawî de  ew polîtîkayên ku berê yên ku ji hebûna xwe pêve hebûna tu kesî qebûl nake û cudakarîyê dike nava civakê li îdareya welêt hakim bûye ku ji ber van polîtîkayan temamên tiştên musbet ên ku hatibûn kirin zirar dîtin.”

“Heta ku ew mewzûata cudakar ji holê neyê rakirin, gavên ku dê bên avêtin ji birînanan re nebe merhem û derman”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand sedem û çavkanîya problema Kurd û got: “Ji ber van tiştên ku tên kirin  meriv li ser navê heq û azadîyan û îqamekirina edaletê xemgîn dine. Heta îro meseleya Kurd her tim di çarçoveya problemên aborî û terorê de hat nirxandin ku ev yek tu carî netîce neda.  Nedîtina rastî û heqîqetan wê înkar û asîmîlasyona ku tê kirin meşrû nake û feyde nade çareserîya problema heyî.Em pêkve gelek caran li rasta netîceyên dijwar ên van polîtîkayan hatin. Di van rojan de tê diyarkirin ku ew ê li ser navê mafên însanan û hiqûqê nûtî û reformên mezin bên kirin ku divê di serê van reforman de meseleya Kurd hebe û meseleya heyî di bergeha makeqanûnê de û di bingeha welatîyê wekhev de bê çareserkirin.  Ew îradeya bi qewet a ku ji bo biratî û edaletê lazim e êdî xwe nîşan bide. Heta ku ew mewzûata cudakar ji holê neyê rakirin, gavên ku dê bên avêtin ji birînanan re nebe merhem û derman û ew ê meseleya Kurdan ji teref hêzên emperyalîst ve heta heta bê bikaranîn.”

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler