Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê: “Divê pêşîya perwerdehîya Kurdî bê vekirin”

Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê: “Divê pêşîya perwerdehîya Kurdî bê vekirin”

Erdal Elîbuyukê Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê derheqê perwerdehîya Kurdî û meseleya Kurd de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

“Divê pênasa welatîybûnê ya di makeqanûnê de bê guhartin û dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bê berdan”

Elîbuyuk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, çareserîya meseleya Kurd gelekî hêsan e û dû re wiha got: “Ez van gotinan wek Tirkekî dibêjim. Dixwaze bila bê qebûlkirin û dixwaze bila neyê qebûlkirin li vî welatî meseleya Kurd heye. Çareserîya vê yekê gelekî hêsan e. Divê pênasa welatîybûnê ya di makeqanûnê de bê guhartin û dev ji polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê bê berdan.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler