​Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam peyama Îda Remezanê belav kir

​Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam peyama Îda Remezanê belav kir

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir û Îda Remezanê ya temamê alema Îslamê pîroz kir.

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir îsal Îda Remezanê bi dilekî xweş derbas nebû û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ez ji Xweda hêvî dikim ku ev Îda Remezanê ji bo temamê însanîyetê nexasim jî ji bo alema Îslamê bibe wesîleya selamet û hizûrê.”

“Di vê îdê de her çi qas em nikaribin hev dû hembêz bikin jî qet nebe bi telefonê em pirsa hev bikin û ji hev re hest û ramanên xwe bînin zimên”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe balan kişand li ser rewşa menfî ya ku alema Îslamê tê de ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ez temennî dikim ku di serî de alema Îslamê û her wisa îdarevanên welatên Îslamê ji van felaket û bûyerên ku pêk hatine ders û ibret bigirin. Dîsa ez hêvî dikim ku ev Îda Remezanê bibe wesîleya hişyarbûn û wehdeta  alema Îslamê.Ez îda milletê me û ya temamê alema Îslamê tebrîk dikim û ji Xweda niyaz dikim ku vê îdê bike wesîleya xelasîya ebedî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.