Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîji bo bîranîna Enfalê peyameke belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîji bo bîranîna Enfalê peyameke belav kir

Barzanî di peyama ku belav kir de bi rehmet û minnet wan kesên ku di qetlîamê de hatin qetilkirin bi bîr anî.

“Di Enfalê de zêdetirê 182 hezar welatî komkuj û zîndî binçal kirin”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, îro 14ê nîsanê bîranîna sîh û sê saliya tawanên enfalan dikîn ku yek ji dirindetirîn tawanên rejîma berê yê Iraqê ye û dû re wiha got: “Bê cûdahî sedan hezar jin, zilam, zarok û pîrên bêgunehên Kurdistanê rapêçî çol û biyabanên bê rêûbaniyên mirina bi kom kirin û bêbakane zêdetirê 182 hezar welatiya komkuj û zîndî biçal kirin. Jîngeh û xwezaya xweşika welatê me wêran kirin û şûnewarên jiyanê bi yekcarî li hezaran gund û bajarokên Kurdistanê jêbirin.Li vê bîranînê de serê rêz û rûmetê li ber giyanê pakê şehîdan da ditewînin, bi rêz û rûmetê wan bi bîr tînîn, herdem bi zîndiyî li bîrdanka gelê Kurdistanê da dimînin. Silav ji bo wan û silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan yên serbilind ra dişînîn ku berevaniya jan û êşeke kûr ya bê veqetandî kirine û digrin. Pêwîste her çi li şiyanê da heye xizmeta zêdetir û baştir pêşkêşî kesukarên şehîdan bê kirin.”

“Em hemû pêkve kar bikîn bo ku tu careke din karesatên wiha li ser gelê Kurdistanê û li hîç cîheke din li ser mirovayetiyê da neyê”

Barzanî di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, bîranîna şehîdan û dîroka pir bi xwîn û rondikan divê handerê tebayî û yekrêziyê bê û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em hemû pêkve kar bikîn bo ku tu careke din karesatên wiha li ser gelê Kurdistanê û li hîç cîheke din li ser mirovayetiyê da neyê.Piştî ku Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê enfalan bi jenosayd û tawanê dijî mirovayetî û tawana cengê nasand, dewleta Iraqê divê kesukarê qurbaniyan li rûyê maddî û ma’newî ve qerebû bike û daxwazê dikîn wê erka xwe ya yasayî û exlaqî bi cîh bike û dadwerî pêkbê. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî jî dikîn wan tawankariyan bi jenosayd binasênê. Divê ew tawan li programên xwendin û li hemû cîheke pêwîst da bê dokument kirin.Silav li bîranîna şehîdan, silav ji bo giyanê wan yê pak, bîranîna wan herdem bixêr.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.