Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Pêwîst e bûhayê ceyranê û xazê di ber çavan re bê derbaskirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Pêwîst e bûhayê ceyranê û xazê di ber çavan re bê derbaskirin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê zama ku di sala 2019an de li ceyran û xazê hat kirin de destnîşan kir zamên ku hatin kirin gelek zêde tehdayî û zehmetî dide xelkê ku pêwîst e bûhayê ceyranê û xazê di ber çavan re bê derbaskirin.

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê rojeva hundir de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Saglam derbarê mijarê zama ku li ceyran û xazê hat kirin de nirxandinan kir.

“Pêwîst e bûhayê ceyranê û xazê di ber çavan re bê derbaskirin”

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan ku zamên ku li ceyran û xazê hatine kirin pişta li însanan şikandiye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di sala 2019an de zamên gelek zêde him li ceyranê û him jî li xazê hat kirin ku ev yek gelek zêde zehmetî da welatîyan û ev zehmetî di demsala zivistanê de tesîra xwe zêdetir kir û pişt li welatîyan şikand. Li gorî sala borî heqê faturayên îsal du qet zêde bûn ku ji ber vê yekê welatî êdî diqêrînin. Di vê pêvajoya ku lê bêkarî zêde bûye de nayê xwestin ku qêrîna welatîyan bê bihîstin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye û ev nikare bê berdewamkirin.”

“Haya Wezîr ji derdê xelkê û zehmetîyên ku sektora hilberîne dikşîne tune ye”

Saglam di berdewama axavtina xwe de xeberdan “zama ku li ceyranê hatiye kirin hindik e” ya Wezîrê Malîye û Xazînê di bîran xist û got: “Ev gotina ku hatiye bilêvkirin nîşan dide ku haya Wezîr ji derdê xelkê û zehmetîyên ku sektora hilberîne dikşîne tune ye. Li gorî daneyên Sazîya Verastkirina Pîyasaya Enerjîyê  di 9 mehên ewil a sala 2019an de xaza 710 hezar kesên abone hatiye qutkirin. Di van rojên ku rojên herî dijwar ên demsala zivistanê ne welatîyên ku nikarin heqê faturayên xwe yên xaz û ceyranê bidin  di rojeva ewil de ye ku dihat hêvîkirin ku birêveberîya îqtîsadê rûne û heqên xaz û ceyranê di ber çavan re derbas bike; lê belê tercîh kir ku di heqên faturayan de muameleya taksîtan bê bikaranîn ku ev yek bivê nevê berê civakê dide bankayan ku ev yek rewşeke trajîkomîk e.”

“Hikûmet mecbûr e ku qêrîna welatîyan bibihîse”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de banga daxistina heqê ceyran û xazê ya welatîyên ku rewşa wan nebaş e kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Heqê ku li destheqê kêmtirîn hat kirin bi wê zama ku li xazê hat kirin hat standin ku bi vê mantiqê îqtîsad dernayê rastê û baş nabe. Hikûmet mecbûr e ku qêrîna welatîyan bibihîse.Divê heqê ceyran û xazê ya welatîyên ku rewşa wan nebaş e bê daxistin. Ji bo îstîhdam bê zêdekirin jî divê malîyetên enerjîyê di sanayîyê de bên kişandin asteke maqûl.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler