Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin.

Doh Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê gihandin a Iraqê civiya û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê de gotûbêjkirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê gihandin a Iraqê Erkan Şehab civiyan.

Di dîdarê de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Elî Xiweylidî Serokê Civata Rêvebirinê ya Desteya Ragehandin û gihandina Iraqê amade bûn û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di warê gihandinê gotûbêjkirin.

Wezîrê Gihandina Iraqê amadebûna wezareta xwe bo hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, di çarçoveya pêşxistinê di warê gihandin li Iraq û Herêma Kurdistanê de. Herwiha got ku ew rêzê li taybetmendiyên Herêma Kurdistanê digırin û dixwazin, baştirîn pêwendî di navbera her du aliyan de hebe, ji ber ku bihêzbûn a Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê de ye.

Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê tekezî liser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê kir, ji ber ku cîbicîkirina destûrê fakterek sereke û giring ê pêşkeftin û aramiya Iraqê ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.