Serokwezîrê Malezyayê: Ew daxuyanîya Amerîkayê beredayî ye ûîşxalê meşrû nîşan dike

Serokwezîrê Malezyayê: Ew daxuyanîya Amerîkayê beredayî ye ûîşxalê meşrû nîşan dike

Mahatîr Muhammedê Serokwezîrê Malezyayê derbarê daxuyanîya Amerîkayê ya derheqê îşxala ku ji teref siyonîstan ve tê kirin de destnîşan kir, ev daxuyanîya Amerîkayê daxuyanîyeke beredayî ye û tê wateya meşrûkirina îşxalê.

Berî  vê çend rojan ji teref Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ve daxuyanîyek hat belavkirin. Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku belav kir  de destnîşan kir ew wek Amerîkayê polîtîkaya xwe ya derbarê wan herêmên ku li Şerîaya Rojava ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin û lê avahî tên sazkirin guhartine.  Pompeo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, derbarê wan wargehên ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve hatin îşxalkirin û lê  avahî tên înşakirin de destnîşan kir “ biya me ev înşakirin ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Mahatîr Muhammedê Serokwezîrê Malezyayê derbarê daxuyanîya Amerîkayê ya derheqê îşxala ku ji teref siyonîstan ve tê kirin de destnîşan kir, ev daxuyanîya Amerîkayê daxuyanîyeke beredayî ye û tê wateya meşrûkirina îşxalê.

Mahatîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir bi vê daxuyanîyê siyonîst tên teşwîqkirin da ku zêdetir kesên sîwîl û zarok bên kuştin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ji dêla ku siyonîst ji ber ku li Milê Rojava warên Filistînîyan îşxal dikin bên cezakirin bi vê daxuyanîya ku belav dikin ew tên xelatkirin.”

Ji ber vê daxuyanîya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji teref Yekîtîya Ewrûpayê ve jî daxuyanîyek hatibû belavkirin. Di daxuyanîya ku hatibû belavkirin de derbarê mijarê de hatibû diyarkirin; helwesta me ya redkirina îskana cihûyan a li Şerîaya Rojava nehat guhartin

Federica Mogheriniya Temsîlkara Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Pêwendîyên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû “Temamê planên îskanê li gorî qanûnên navneteweyî xeyrî qanûnî ne. Temamê navendên îskana cihûyan li dijî qanûnan e. Helwesta me ya redkirina îskana cihûyan a li Şerîaya Rojava nehat guhartin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.