Soylu: 'Amerîkayê ku muttefîqê me ye çekan dide PKKê û FETO jî diparêze'

Soylu: 'Amerîkayê ku muttefîqê me ye çekan dide PKKê û FETO jî diparêze'

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Amerîkayê ku muttefîqê me ye çekan dide PKKê û FETO jî diparêze.”

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê beşdarî “Kongreya Ewlehîya Navneteweyî” ya ku li Akademîya Ewlehîya Qeraxê û Cendirmeyan hat tertîpkirin bû.

Soylu di kongreya ku beşdarî bû de axavtinek kir û di axavtina xwe de balan kişand li ser alîkarîya ku ji teref Amerîka ve ji bo PKKê tê kirin û parastina FETO ya ji teref Amerîkayê.

“Amerîka bi şikleke eşkere çekan dida PKKê”

Soylu di axavtina xwe de diyar kir Amerîka bi şikleke eşkere çekan dida PKKê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Amerîkayê ku muttefîqê me ye çekan dide PKKê, pêkve projeyan amade dikin û Amerîka perwerdehîyê didiyê.  Amerîka di meseleya Sûrîyê de digel PKK/PYD hereket dike û qaşo dixwaze wê kedî bike. Amerîka her wisa FETO jî diparêze.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.