Tê diyar kirin ew ê Talîban û Amerîka heta dawîya sibatê li hev bikin

Tê diyar kirin ew ê Talîban û Amerîka heta dawîya sibatê li hev bikin

Rayedarekî Talîbanê destnîşan kir hevdîtinên aştîyê yên ku bi Amerîka re dihatin kirin temam bûne.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Talîban û Amerîkaya ku ev bû zêdetirî salekî hevdîtinan dikin di dawîya meha sibatê de peymanekî îmze bikin.

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Talîbanê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Mucahîd di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, li Dohaya paytexta Qatarê li buroyeke Talîbanê bi merasîma ku dê bê tertîpkirin peymanek bê îmzekirin.

Abdulselam Hanafîyê ji rayedarên Talîbanê ye û di nav heyeta ku karê muzakerê didomîne de ye derbarê destnîşan kir, ew ê temsîlkarên welatên ku cîranê Efxanistanê ne û temsîlkarên Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ewrûpayê jî beşdarî merasîma îmzekirina peymanê bibin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler