Talîban:Me di 3 mehan de zêdetirî 7 hezar leşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt

Talîban:Me di 3 mehan de zêdetirî 7 hezar leşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt

Talîban derbarê êrîşên ku di 3 mehên dawî de ji teref wan ve li Efxanistanê hatin kirin de raportek hat weşandin. Di raportê de hat diyarkirin “Di 3 mehan de me zêdetirî 7 hezarleşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt.”

Ji teref Talîban ve derbarê êrîşên ku di 3 mehên dawî de ji teref wan ve li Efxanistanê hatin kirin de raportek hat weşandin. Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin ji teref wan ve di 3 mehan de tevde 4 hezar û 70 êrîş hatine lidarxistin, ji van 12 “çalakîyên fedaîyê” ne û dû re wiha hat diyarkirin:“Di 3 mehan de me zêdetirî 7 hezar  leşkerên Amerîka û hikûmeta Kabîlê kuşt. Her wisa di êrîşan de 4 hezar û 314 leşker jî birîndar bûn.”

Derbarê DAIŞîyên ku li Efxanistanê teslîmî hikûmeta Kabîlê bûn de jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin DAIŞîyên ku li Nangarharê di bin dorpêça Talîbanê de man teslîmî hêzên hikûmeta Kabîlê ya ku Amerîka piştgirîyê didiyê bûn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.