Wezîrê Tenduristîyê: “ Ji ber teqîna li Sakaryayê 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn"

Wezîrê Tenduristîyê: “ Ji ber teqîna li Sakaryayê 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn"

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê teqîna ku Sakaryayê di fabrîkaya fîşekên hewayî de pêk hat de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Li navçeya Hendeka Sakaryayê di fabrîkayeke fîşekên hewayî de teqîn pêk hat. Em ê bi talîmata Serokomar Erdogan biçin cihê bûyerê û ji nêz ve geşedanan taqîn bikin. Niha li cihê bûyerê 85 ambûlans, 11 ekîbên UMKEyê û 2 helîkopter wezîfedar in. Di teqîna ku li Sakaryayê pêk hat de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.