Wezîrê Tenduristîyê Koca: Li Tirkîyê coronavîrus nehat tespîtkirin

Wezîrê Tenduristîyê Koca: Li Tirkîyê coronavîrus nehat tespîtkirin

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir heta niha li Tirkîyê coronavîrus nehat tespîtkirin.

Koca derbarê balafira ku doh ji Îranê hat û daket Balafirgeha Esenbogaya Enqerê de  ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir bi 132 rêwîyên ku ji Îranê hatin anîn û bi 8 wezîfedarên balafira ku rêwîyan anîn bûn re coronavîrus nehat tespîtkirin û ew ê 140 kes nêzî 14 rojan di karantînayê de bên girtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.