Wezîr Koca: Hejmara kesên pêketî derket 9 hezar û 217an û yên mirî jî derket 131 kesan

Wezîr Koca: Hejmara kesên pêketî derket 9 hezar û 217an û yên mirî jî derket 131 kesan

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ji ber Coronavîrus’ê di 24 seatên dawî de 23 welatîyên din jî canê xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketî jî derket 9 hezar û 217 kesan.

Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca d i daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji 9 hezar û 987 testên ku hatin kirin tevde hezar û 815 pozîtîf derketin ku heta niha 105 nexweş baş bûn û dermankirina 568 nexweşên ku di lênerîna awartê de ne berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler